Otoasîmîlasyon û otomêrzayî

Gulgeş Deryaspî

Kaygıya zimanên ku di bin bandora kolonyalîzmê da mane û ‘jinbûniya parçebûyî’, yek e. Ji bo belavbûn û bêqîmetbûniya jinê kronolîjiyek dîrokî heye, sedem û destpêk hatine vegotin, lê gelek pirs, rexne û vacîgotinên vî mijarê jî hene. Mîtos û logosên li ser vî mijarê têra zelalkirina mijarê nake. Yanê wekî her dîrokê, dîroka têkçûyîna jinbûniyê jî tevlîhev e. Lê bi ya min jî êdî hewce nake em dîrokê bikolin û bikolin, bizivirin dîsa bikolin. Çareser çi ye em li pey wî bigerin.

Belê kronolojiya sedema encamek girîng e lê çareserî êdî giringtir e. Ferdînand Saussure ji bo zanîn û hînbûniya zimanek nû dibeje “ji bo ku kesek bikaribe leyza tewleyê bilîze, hewce nake dîroka tewleyê bizane” . Yanê dema kurdekî bixwaze hînê zimanê elmanî bibe, hewce nake pêşî dîroka ziman û qadên ku ziman pê ra derbas bûye hîn bibe. Axaftinê hîn bibe bes e. Konut jî nêrînek e û derbasî hemî dîsîplînan bûye û hîn kes bi pêş xistine û teoriya postbinyadgerî derketiye holê.

Jinekî li gundekî ku qe haya wê ji paşeroj û pêşeroja jiyanê tinebe jî pirsgirekên xwe dizane. Ji malbat û koka xwe cê tabana, kutana fîzîkî tabanına, dijûn li dê û bavê wê tê kirin, ji mal û milkê bêmislif dimîne. Kîjan zindî van xirabiyên ku min di hevoka beriya vî hevokê da hejmart baş, birûmet, biqîmet û wek madelyeyek tabanına? Marekî bê birîndarkirin, heya heyfa xwe nestîne nasekine. Jin çima pirsgirêk û çareseriyê xwe nizane? Kîjan jin kutan dixwe û dibêje ‘elhemdulîllah, çi xweş e. Vî hestiyê jî bişkîne, bila mesken diran jî biçe, dijminên xiraptir li diya min bike… Pirsgirekên jina îro êdî konut nîn in rast e, êdî kuştin û mirin e. Gelek jin hene ku êdî di astek pirsgireka jinbûniyê ya jortir da ne û dibêjin ‘êdî kîjan jin kutan dixwe? Dema kutanê xilas bû, qediya’. Na xêr, heya jin û mêr hînê jiyanek hevpar nebin, jiyanê bi hevra ava nekin, gotin û çîrokên xwe neguherînin, dê qedera her mêrê da kujerî, a jinê da jî kuştin ranebe.

Pirsgirêka pela femînîzmê ya yekem li ser siyasetê (hemwelatbûnî) ava tabana, a duyem (1960) li ser aboriyê û rolên zayendan (karên belaş ên nav malê, zayenda serdet û bindest û hwd), a sêyem jî gavek pêştir diçe û hevrengiyê (queer) diparêze. Jînelojî jî astek nû û destpêkek nû ye ku em dikarin bibêjin postqueer an jî postpostmodern jî… Mesken meş ji Îngîlîstanê (1972) de dest pê dike heya roja îro ku li hemî cîhanê belav bûye. Helbet aniha jî li Îngîlîstanê jinên ku bi aliyê mafên xwe va di asta pela yekemîn dane jî hene, li Kobanê jinên ku di asta postqueerê (jîneolojî) da ne jî…

XWEZEYA JINÊ DA DAYÎN HEYE

Yek ji wan jinên ku sêrê xwe li ser vê pirsgirekê êşandî ye Sîmone de Beauvoîr e. Di bin bandora felsefeya heyîbûnê da rêyekî nû (postmodern) li jinê vedike û dibêje “jin nayê cîhanê, jin tê avakirin”. Him ji aliyê başî û him jî ji alîyê xirabiyê va her tişt ji nû va tê guherîn û avakirin. Rola jin û mêrê jî wisa ye. Tu tiştek nîne ku nayê guherîn û teqez e. Em pêşî li qedera jinê ya ku dikare bê guhertin binêrin ku çawa ye û paşê vegerine ser ziman û mînaniyên navbera jin û zimanê.

Xwezaya jinê da dayîn heye. Şîr dide. Afirandin heye. Ji bo zarokan gerînê çîrok diafirînin. Zayîn heye. Însanan tînê jiyanê. Nerm e. Ji bo derguşê sing û pîserên jinê bi konfor e û mêr kevir be jin ax e. Yanê hem ji aliyê fîzîkî û him jî ji aliyê tebî’etê va ji mêrê nermtir e, bêhnfirehtir û bibexşandintir e. Erd û axa însanê ye jin, cihparastin e yanê cihê ku em xwe dispêrin wê. Bila wek propagandaya jinê neyê hamkirin lewra li jiyanê her jiyanewarekî wesfên wê/î û rolekî wê/î yê jiyanê heye û her yek goreyê qedera xwe tevdigere. Helbet di nav vê kategoriyê da mêr û wesfên mêrê jî heye. Lê mijara me ne mêr e. Belê çiwîk difire, mar dikişe, masî sobelî dike. Jin diwelide, xwedî dike, hez dike, qîmet dide, derman dike, star dike. Bila qedera ku me gotî rasterast wek qedera ku em dizanin neyê famkirin.

JIN BÊMÊR JÎ DIKARE BIJÎ

Qedera masiyê di bin avê da ye, ger ji wê derkeve jiyana wê bidawî tabana. Lê ger masiyek meztir ew bixwe mesken ne qeder e, xweneparastin e. Hatina me ya vê jiyanê, zayend, dê û bavê me tev qeder e. Çimkî em nizanin ka me van bijart an na. Yanê dervayê têciha me ye an na em nizanin. Lê bindestbûna jinê qeder nîn e, him tercîh e, him darêzorê ye. Darêzorê ya ku bi destê însanê tê kirin nabe qeder tabana zilm û zordarî. Çimkî jin kutan nexwe jî dikare bijî, ji nav çar dîwaran derkeve jî dikare bijî, bêmêr jî dikare bijî… lê nikare çil roj bêxwarin û av bijî. Yanê pîvanê qedera wê û mêrê yek e. Serdestiyek, bindestiyek di navbera qedera wan da tine. Wê demê çima yek serdest e û ya din bindest e? Gelo Sîmon de Beauvure rast dibêje? Em bi çîrok û locosan yanê bi gotin û çîrokan zarokên xwe dixapînin û qederekî sexte ava dikin?

Peyva ‘zimanê’ di morfolojiya kurdî da nêrza jî be dîsa ji aliyê gelek pîvanan ve dişibe mêzayê. Ziman ji jinê nayê cûdakirin lewre ziman bi xwe ji aliyê jinê va tê hînkirin, em ji jinekî hînê zimanê tabanın, bi zimanê va jiyanê nas dikin. Ziman jî dewlemendekî wek dê ye ku her dem dide, xwebxwe dizê, nû tabana, diafire, pirceleb e, li hember jiyanê bersiv e, di nav xwe de pergalekî bêdawî ye.

Dîsa ziman jî wek jinê nerm e û cihê herî bi konfor wek pîsirê jinê zimanê zikmakî ye. Nermbûnê em dikarin bi du aweyan binirxînin. 1. bi konfor e, em her dem xwe dispêrine zimanê zikmakî… 2. wek hevîrê nanê bi her alî va diçe, dişemite, dilîze, fire tabana, teng tabana lê tu carî hişk nabe. Yanê ger wek ku di nav gramera kurdî da hatî bikaranîn nêrza nîn e. Hişk nabe ziman, qut nabe, asê namîne, wek avê diherike diçe, mîna jinê dide û hey dide. Lê çima nêrza ye?

Jin jî zimanê kurdî jî qedera wan ji alîyê destezaliman va hatiye avakirin û em îro hewl didin ku jinê ku otomêrza bûne û kurdên ku otoasîmîle bûne pê haydar kin. Em ew kes in ku him jin in û him jî kurd in. Tirk ji kurdan, mêr ji jinan pirs dikin dibêjin ka ‘hûn çi dixwazin’. Û dema vê dipirsin bi gotina xwe bersivê jî ava dikin. Yanê dibêjin ku bersivek rast nedin, heta ji destê we tê tiştên beredayî bibêjin û xwe derxine valahiyê. Lê ger hûn rastiyê bibêjin… A di wir da çavtirsandinekî weşartî heye ku him jin, him jî kurd dizanin dê encam çi be.

ÇAVÊ ME MAL Û MILKÊ KESÎ NÎNE

A baş û a rast em jin jî, kurd jî tiştek ji kesî naxwazin. Çima ku em cevûker nîn in û çavê me mal û milkê kesî nîn e. Yanê em zimanê tirkî û hêza mêrê naxwazin. Em xwe nasdikin, jinbûnî çi ye dizanin, qîmeta zimanê dizanin û li nazaran van pîvanan dijîn. Ger em xwebixwe yanê bi xwe ra bi zimanê xwe biaxivin û dîsa zimanekî mêzatiyê avabikin, rolên zaliman ku dane me em neleyzin ji xwe dê em mafê xwe bi dest bixin. Û her tişt ji nav malê dest pê dike. Ger em pêşî bi xwa ra paşê bi xwişk û birayên xwe ra bi zimanê xwe bipeyvin pirsgirek namîne. An jî di nav mal û malbatê da dema jinek dinê bê lenetkirin em qawîl nebin dê biguhere, her tişt wî demê dê bigûhere. Yanê bila tu jinek li derva da li neyarê xwe negere. Neyarê her jinek an bavê wê an birayê wê an hevserê wê ye. Di nav dîrokê da jinên ku hatine kuştin sedan not ji aliyê bav, bira, kur û hevserên xwe va hatine kuştin. Û ji bo sedemên vik û vala û bereday. Dema ez dibêjim neyar bila wisa neyê famkirin ku em mêrê wek neyar tabanının, vaciyî vî mêr û kolonyalîstê zimanê kurdî em wek neyar tabanının û hebûna xwe li ser tinebûna me ava dikin.

Pêwist e em rola xwe ji binî ve bifikirin, binirxînin û nehêlin ku êdî mêrên ku bi hezaran salin rolê xwedatiyê para wan ketiye biaxivin, fikra xwe bibêjin. Wan fikra xwe zûde gotiye. Hobes, plato, Arîsto, Konfîçyus, Kant. Mewlana, Gazalî, Froîd û hwd di cihê wan da axivîne. Ji ber wê êdî dema axaftina Hobesiye, Platoye, Arîstoye, Konfîçyusîye, Kantiye, Mewlaniye, Froîdiye, Gazaliye û hwd hatiye.

Çareserî ji nû va xwe avakirin e. Zimanê me qedexe kirine û li ser zimanê xwe xebitîne, kolonyalîsta bavkanî jiyan li jinê qedexe kiriye û jiyana ku para jinê ketiye, diyariyê mêrê kiriye. Belê bi kurt û kurtasî pirsgirek konut e. Ger jin tev bi hev ra jiyanekî nû ava bikin dê kolonyalîst çi bikarin bikin? Di qadên dîsîplînên cûr bi cûr de jin di asta zanîneke nû da kar û xebat bike, biafirîne… Yanê wek ku ji nûva hatibî jiyanê û çi pêwist e wî bike? Dikare bike. Hêza jinê heye. Kar û barên pergala kolonyalîzmê ji wan ra, jin bila ji nû va jiyanek nû, mîtosek nû, locosek nû, edebiyatek nû, felsefeyek nû, zanistek nû, bihevrabûnek nû, civaknasîyek nû, derûniyek nû, karê fenî û tibiyek nû ava bike. Wek ku qet dîrokek kolonyalîst tinebe, mêr tinebe. Dikare. Her jinek di qada disîplîna xwe da xwediyê vê hişmendiya jîneolojiyê be çima nikare?

Di heman demê de heman derman ji bo pişaftin û otopişaftina zimanê jî çê tabana. Mamosteyên me bi kurdî, bijîşkên me bi kurdî, pîsporên di her qadên zanistan da ger bi kurdî biaxive, tabana parçeyek çareseriyê û barê giran li ser pişta zimanzan û wêjevanan da ye. Pêwist e xebatên pirtûkî pir zêde bibin. Pir zêde roman, pir zêde helbest, pir zêde pirtûkên lêkolînê ên dîrokî, derûniyê, erdnîgariyê, civaknasî û zanistên dînê… Yanê bi kurt û kurtasî fîlmek nû lazim e. Di filmên ku heya niha kolonyalîst amade kiribûn da sergovend mêr û kolonyalîst bûn, her tişt di xizmeta wan da bû, dikûştin, serjêdikirin, diavêtin… Pêwist e mesken fîlma pênc hezar sale biçe poxanê û fîlmek ku qet namîne fîlma kolonyalîstan bê nivîsandin. Zemîna sinemaya li ser azadiyê an jî êdî peyvên nû lazimin. Yanê çîrok û gotinên nû.

Pêwist e em di van herdû mijaran da jî bi xwe ra şer bikin. Em rûnin ji xwe ra çîrokan bibêjin, qala dîrokê bikin, jiyanê binirxînin… Lê virda mijar ne hînbûna dîrok û nîrxandinê ye, devjêbernedana zimanê zikmakî ye. Rakirina otoasîmîlasyonê ye. Û dîsa ez hebûn û jiyana jinê pir pîroz dibînim ger heya ji aliyê fîzîkî va zerarê nede jiyanewarekî, azadiya zindiyekî asteng neke (helbet xweparastin ne tê da, ew mafê her jiyanewarê ye) çi dike bi kêfa xwe ye. Êdî wextê jiyîna bi lisana wê hatiye, otomêrbûniyê emê vegerînine xwebûnê. Otoxirabbûnê jî dîsa emê şîfa bikin, xwe nas bikin, zimanê xwe nas bikin û romana xwe ji nû ve binivîsin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir